Li Meletiyê kesekî hevjîna xwe ya ducanî kuşt, paşê xwe jî kuşt

Li navçeya Çirmikê ser bi parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê, doh bi şev 16ê Çileya 2023ê zilamekî hevjîna xwe ya ducanî kuşt û piştre xwe jî kuşt.

17.01.2023, Sal - 07:39

Li Meletiyê kesekî hevjîna xwe ya ducanî kuşt, paşê xwe jî kuşt
Nuçe Belav bike

Li Taxa Kiltepe ya Çirmikê, di navbera Kemal Korkmazê 33 salî û hevjîna wî Esengul Korkmaz a 30 salî de ji ber sedemeke nehat zanîn nîqaş derket.

Di encama nîqaşê de Kemal Korkmaz bi çekê li hevjîna xwe Esengul Korkmaz da û ew kuşt û piştre gule berda serê xwe û birîndar bû. Li ser agahdarkirina cîranan tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Kemal Korkmaz ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Meletiyê hat veguhestin, lê tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat zanîn ku 3 zarokên malbata Korkmaz hebûne û Esengul Korkmaz ducanî bûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 319 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:53:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x