Li Mereşê lehî rabû

Li navçeya Andirînê ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê ve, piştî barana gur lehî rabû û hejmarek mal di bin avê de man. Herwiha ji ber lehiyê astengî ji bo hatin û çûnê çêbûn.

19.06.2023, Pts - 07:35

Li Mereşê lehî rabû
Nuçe Belav bike

Li Andirînê duh 18ê Hezîranê di demjimêrên êvarî de baraneke zêde bariya û bû sedema lehiyê.

Ji ber lehiyê, li taxên Yenimahalle û Tufanpaşa û çend gundan hejmarek mal di bin avê de man. Herwiha di çûn û hatina otomobîlan de pirsgirêk derketin û hejmarek otomobîl di rê de man.

Şaredarê Andirînê Ahmet Dogan ragihandiye, şofêr û welatiyên ku di rê de asê mabûn, hatine rizgarkirin.

Ahmet Dogan dibêje: “Ji ber barana ku demjimêr û nîvekê bariya li navenda navçeya me li hinek taxan lehî rabû. Spas ji Xwedê re heta niha zerareke can û mal nîne. Çend otomobîl û welatî asê mabûn, me ew jî rizgar kirin. Niha kesekî asê maye nîne. Hejmarek mal di bin avê de mabûn, ew jî hatin valakirin.”

Her wiha duh li navçeya Îskenderûnê ya ser bi Hatayê ve jî ji ber bayê Lodosê û bilindbûna asta ava deryayê li peravên bajêr, lehî rabûbû. Ji ber lehiyê li hin taxan kolan di bin avê mabûn û ji bo çûn û hawina welatiyan astengî çêbûbûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 318 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:37:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x