Çend roj berê li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê di operasyonekê de 11 ciwan bi hinceta ku beşdarî merasîma cenazeyê hunermend Mîr Perwer bûne hatin desteserkirin ku 23ê Kanûna 2022an di êrîşeke çekdarî ya li ser Navenda Çanda Kurdî ya Ahmet Kaya ya li Parîsê de hatibû kuştin.
Duh roja Pêncşemê 15ê Hezîrana 2023an rêveberiyên Mûşê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepên Kesk (YSP) xwestin destserkirina wan ciwanan protesto bikin.
Hevserokê Şaxa HDPê yê Mûşê Savci Arslan di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku ew 11 ciwan bi awayekî nehiquqî hatine desteserkirin û daxwaza azadkirina wan kir.
Polîsan destwerdan di daxuyaniya çapemeniyê de kirin û 4 endam û rêveberên HDPê desteser kirin.
Li gor zanyariyan Hevseroka Şaxa HDPê ya Mûşê Bermal Nergîz jî di nav kesên destserkirî de ye.
Kesên ku hatine desteserkirin ji bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Mûşê hatin birin.
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi taybetî piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulenê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê rojane bi ser malan de digrin û bi “hinceta endamtî û alîkariya PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.