Li Nisêbînê bûyera trafîkê: Kesekî canê xwe ji dest da, 3 kes jî birîndar bûn
Li navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bûyereke trafîkê çêbû û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan roja Pêncşemê 6ê Nîsana 2023an li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê otomobîlekê ji piştê ve li barhilgirekê daye. Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê û li gor lêkolînê Hamza Tankanê 27 salî li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.
Herwiha 3 kesên birîndar yên di heman otomobîlê de ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hatine veguhestin.
Heman rojê li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê jî barhilgirekê û teksiyekê li hev dane û di encam de 5 kes birîndar bûne û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê hatine veguhestin.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 544 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:48:15