Li Qers, Erzirom û Erdexanê berf bariya

Li parêzgehên Qers, Erzirom û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê, berf bariya.

17.11.2023, Cum - 10:05

Li Qers, Erzirom û Erdexanê berf bariya
Nuçe Belav bike

Li Bakurê Kurdistanê pileyên germê dadikevin û hewa sar dibe.

Li parêzgehên Qers, Erzirom û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê, şeva borî piştî barana gur berf bariya.

Li Qersê herêmên bilind di bin berfê de man û ji ber sermaya zêde qiravî çêbû (xwêsî ket) û camên otomobîlan qeşa girtin.

Hinek welatiyan bi betaniyeyan otomobîlên xwe ji sermayê parastin.

Li Erdexanê ji doh ve barana gur dibariya û îro serê sibehê li herêmên bilind berfê dest pê kir.

Li Erziromê jî çiya û cihên bilind ên li dewrûberên bajêr di bin berfê de man.

Li Erzirom, Qers û Erdexanê pileya germê bi şevan ji 4 heta bi 6 pileyan dadikeve biniya sifirê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 359 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:37:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x