Li Riha û Êlihê qeza: 6 mirî, 2 birîndar

Li parêzgehên Riha û Êlihê yên Bakurê Kurdistanê di encama du bûyerên trafîkê de 6 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn

21.01.2023, Cts - 07:50

Li Riha û Êlihê qeza: 6 mirî, 2 birîndar
Nuçe Belav bike

Li ser rêya sereke ya Riha-Dîlokê 2 otomobîlan li hev dan û 4 welatiyan di otomobîlê de canê xwe ji dest dan

Her çar kesên di otomobîlê de li cihê bûyerê canê xwe ji dest dan

Derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.

Li Êlihê di bûyereke trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû

Li navçeya Qubînê ya ser bi parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di bûyereke trafîkê de 2 kesan canê xwe ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû.

Li gor zanyariyan îro roja Înê 20ê Çileya 2022an li ser rêya Sereke ya Êlih-Sêrtê li sînorê navçeya Qubînê otomobîlek ji rê derket û ji pirekê ket xwarê.

Di bûyerê de 2 welatiyan canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û kesê birîndar rakirin Nexweşxanaye Perwerde û Lêkolînan ya Êlihê.

Termên kesên canê xwe ji destdane jî bo beşa miriyan ya nexweşxaneyê hatin birin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 321 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:57:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x