Li Rihayê bi hinceta PKKyê 6 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, bi hinceta “propagandaya PKKyê” 6 kes hatin desteserkirin.

23.05.2024, Per - 17:32

Li Rihayê bi hinceta PKKyê 6 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Tîmên Şaxa Terorê ya Rêveberiya Eewlehiyê ya Rihayê di çarçoveya biryara Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de li navçeyên Sirûc, Wêranşar û Curnê Reşê bi awayekî hemwext operasyon kir.

Di operasyonê de li 3 navçeyan bi hinceta “propagandaya PKKyê” 6 kes hatin desteserkirin.

Tîmên ewlehiyên kesên hatin desteserkirin birin Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê.

Karên îfade wergirtina 6 kesan li Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê berdewam dikin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 178 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:18:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x