Li Rihayê cerdevanek hat kuştin

Li navçeya Wêranşarê ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, roja 24ê Gulanê cerdevanek di êrîşa çekdarî de hat kuştin.

25.05.2023, Per - 06:01

Li Rihayê cerdevanek hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li Kolana Mîmar Sînan a Wêranşarê, 24ê Gulana 2023ê cerdevan Raşit Kaya yê 40 salî dema bi otomobîla xwe diçû ji aliyê hinek kesên nenas ve ji çend aliyan rûbirûyê êrîşeke çekdarî hat. Kaya li cihê bûyerê canê xwe jidest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin. Termê Kaya bo otopsiyê veguhestin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê. Hat zanîn Kaya pêştir jî rûbirûyê êrîşeke çekdarî bûye, lê birîndar nebûye.

Parêzgariya Rihayê jî derbarê bûyerê de ragihand, cerdevan Raşit Kaya dema hatiye kuştin ne li ser erka fermî bûye.

Parêzgariya Rihayê dibêje: “Di encama lêpirsînê de wiha tê nirxandin ku bûyer ne êrîşeke terorî ye û ji ber dijmintiya kesayetî hatiye kirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîna dadî hatiye destpêkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 176 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:48:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x