Li Rihayê di bûyereke trafîkê de 23 kes birîndar bûn

Li navçeya Girê Sor ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê minîbuseke karkerên demsalî ji rê derket û wergeriya, di encamê de 23 karker birîndar bûn.

13.12.2022, Sal - 07:09

Li Rihayê di bûyereke trafîkê de 23 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Doh êvarî li ser rêya di navbera navçeyên Girê Sor û Wêranşarê yên Rihayê de minîbusek ku karker têde bûn wergeriya.

Di encama bûyerê de 23 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, karkarên di otobusê de ku di nav baxên gundên derdorê de kar dikirin, vedigeriyan bajêr.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tendirustî û berevaniya şaristanî bo cihê bûyerê hatin şandin.

Her 23 kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Girê Sor hatin veguhestin. Lê ti zanyariyên din derbarê rewşa wan a tendirustî de nehatine dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 232 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:54:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x