Li Rihayê di navbera du malbatan de şer derket: birîndar hene

Li navçeya Xelîliyê ya ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê ve ji ber sedemek nayê zanîn di navbera du malbatan de şer derket, di encamê de yek jê polîs 3 kes birîndar bûn.

06.07.2023, Per - 11:43

Li Rihayê di navbera du malbatan de şer derket: birîndar hene
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan, li Taxa Yavuz Selîm li navçeya Xelîliyê ya Rihayê derendgiya şevê din 6ê Temuzê 2023an di navbera du malbatan de ku tê gotin xizmên hevin, ji ber sedemek nayê zanîn şer derketiye.

Hatiye ragihandin ku her du aliyan bi kêran li hev dane û ji her du malbatan 2 kes birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê polîs bo cihê bûyerê hatine şandin. Di dema destêwerdana polîsan de kêrek li polîsekî jî ketiye û birîndar bûye.

Tîmên Hawarçûnê birîndar veguhestine nexweşxaneyên navçeyê.

Li aliyekî din bi sedema beşdarî wî şerî bûne, 4 gomanbar ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 389 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:52:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x