Li kolana Behri Karakeçiliyê ya Siwêregê, hinek kesên nenas li ser rêya mala wî bi demançeyê êrişî Yaşar Îldirê 35 salî kir.
Di êrişê de Yaşar Îldir li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê termê Îldir veguhast Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.