Li navçeya Bêrecûk a Riha ya Bakurê Kurdistanê jineke navsere dema dixwest derbasî aliyê din ê rê bibe, minibusek lê qelibî û bi giranî birîndar bû. Jina ku birîndar bibû, canê xwe ji dest da.
Îro Şemiyê 7ê Çileya 2023an li navçeya Bîrecîk a Rihayê li ser kolana nexweşxaneyê, minibusek li jinekê (Î.D) qelibî.
Î.D ya bi ambûlansa ku hat cihê bûyerê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûkê. Tevî hemû hewldanan jî canê xwe ji dest da.
Şofêrê minibusê M.K. hat desteserkirin û lêkolîna li ser qezayê berdewam dike.