Li navçeya Girê Sor a ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê minûbûsa karkerên çandiniyê û barhilgerek li hev qelibîn. Di bûyerê 21 kes birîndar bûn û rewşa 3 ji wan dijwar e.
Li gor zanyariyan roja Dûşemê 12ê Hezîrana 2023an li navçeya nêzîkî taxa Aycanatê ya navçeya Girê Sor a Rihayê minûbûsa karkerên çandiniyê û barhilgirek li hev qelibîn.
Di encama bûyerê de 21 kes birîndar bûn. Rewşa 3 ji wan birîndaran dijwar e.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Girê Sor veguhestin. 3 birîndarên ku rewşa wan giran, piştî midaxaleya destpêkê bo Rihayê hatin şandin.
Hêzên ewlekariyê jî derbarê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin.