Li Rihayê pevçûn: Kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn

Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di pevçûna navbera du grûpan de kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn.

27.09.2023, Çar - 05:58

Li Rihayê pevçûn: Kesek hat kuştin û 2 kes jî birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Bûyer li çayxaneyeke li ser cadeya Qerejdaxê ya navçeya Wêranşarê çêbû.

Li gorî zanyariyan, li çayxaneyê ji ber sedemeke nediyar di navbera du grûpan de nîqaş derket.

Piştî demekê her du grûp pev çûn.

Di pevçûnê de çek jî hatin bikaranîn û sê welatiyên bi navên A.D, S.D û H.K birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.

A.Dyê ku birînên wî giran bûn tevî hemû hewldanên bijîşkî canê xwe ji dest da.

Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin û li hemberî egera destpêkirina pevçûneke nû tedbîrên ewlehiyê wergirtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 165 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:53:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x