Li Semsûrê pevçûna çekdarî: Kesek birîndar bû

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, doh du aliyan bi çek êrişî hev kir.

09.11.2023, Per - 09:13

Li Semsûrê pevçûna çekdarî: Kesek birîndar bû
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, doh du aliyan bi çek êrişî hev kir.

Di encama pevçûnê de kesek bi giranî birîndar bû.

Li gorî zanyariyan li Herêma Pîşesaziya Biçûk a Semsûrê, şeva borî du grûp ji ber sedemeke ku nehat zanîn pev çûn.

Di pevçûnê de çek hatin bikaranîn û welatiyê bi navê M.Y. bi çifteyê bi giranî hat birîndarkirin.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

M.Y. ji aliyê tîmên tenduristiyê ve rakirin nexweşxaneyê.

Herwiha hate ragihandin ku êrişkar ji cihê bûyerê reviyanê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 243 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:03:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x