Li Semsûrê kamyonet û otomobîlek li hev qelibîn\ di encamê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Semsûr-Qersê otomobîla ku şofêrê wê M.A.Y. û kamyoneta ku şofêrê wê M.Ç. li hev qelibîn.
Di qezayê de her du şofêr û 2 kesên di otomobîlê de birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê.
Ji birîndaran Abuzer Uluyê 61 salî tevî hemû hewldanan ji mirinê xilas bû.