Li Semsûrê bi dehan makîneyên Herêma Kurdistanê kavilên avahiyan radikin

Li Semsûr a Bakurê Kurdistanê bi dehan makîneyên kar ên wek dozer û hwd. yên Herêma Kurdistanê bermahiyên avahiyên ku di erdheja Mereşê de hilweşiyane radikin.

23.02.2023, Per - 06:55

Li Semsûrê bi dehan makîneyên Herêma Kurdistanê kavilên avahiyan radikin
Nuçe Belav bike

Yek ji şofêrên makîneyên kar Xelîl Ebdullah e ku ji bo rakirina bermahiyên avahiyan çûye Bakurê Kurdistanê ku bi dehan bi dehan makîneyên kar ên wek dozer û hwd. û kelûpelên din ên kompanyayeke Herêma Kurdistanê li Bakur û Rojavayê Kurdistanê alîkariya mexdûrên erdhejê dike.

Şofêr rojê 10 demjimêran dixebitin. Xelîl Ebdullah ê ku xelkê navçeya Berdereşê ye û li Semsûr a Bakurê Kurdistanê dixebite got, “Spas ji Xwedê re me gelek kes rizgarkirin û me gelek tiştên wan jî dîtin û radestî xwediyê wan kirin ku di nav wan de zêr, pere, qase dîtine û ew ji vê yekê pir kêfxweş in.”

Ji 10ê Sibatê ve li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê 111 alavên Herêma Kurdistanê tevî 200 kesan kar dikin. Ew ji demjimêr 07.00 heta 17.00an bi berdewamî dixebitin û kavilên avahiyên hilweşiyayî radikin.

Amûrên Kavîn Grûpê bi hemahengiya li gel Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî li Semsûrê kar dikin û li ser çend tîman hatine dabeşkirin ku hinek ji wan bermahiyên avahiyan radikin û hinek jî erdê ji bo avakirina kampekê rast dikin.

Serpereştyarê tîma Kavîn Grûpê Kanîwar Cebraîl got, “Ji bo dewleta Tirkiyê niha ya girîng ew e ku em cihên kampan amade dikin û ji bo avakirina kampan pêwîstiya wan bi alavên me heye. Wan bi fermî daxwaz kir ku em bêhtir bimînin.”

Ji bilî wan kelûpelên ku li Semsûrê kar dikin, 52 alavên din jî ji bo alîkariya

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 545 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:15:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x