Li Semsûrê cardin erd hejiya

Li navçeya Sincikê ya ser bi parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê ve, îro 14ê Adarê bi hêza 3.9 pile erdhejek çêbû. Lê Rasatxaneya Kandilli dibêje, hêza erdhejê 4.1 pile bûye.

14.03.2023, Sal - 06:45

Li Semsûrê cardin erd hejiya
Nuçe Belav bike

Piştî erdheja 6ê Sibatê ya Mereşê, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erdhejên paşekî berdewam in. Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku li navçeya Sincikê ya Semsûrê, roja 14ê Adarê demjimêr 05:27 bi hêza 3.9 pile erdhejek çêbûye ku kûrahiya wê 7.3 kîlometre bû.

Rasatxaneya Kandilli ragihand, erdheja Sincikê bi hêza 4.1 pile bûye û kûrahiya wê 5 kîlometre bûye.

Piştî erdheja 6ê Sibatê zêdetir ji 17 hezar erdhejên paşekî çêbûne ku ya herî mezin bi hêza 6.4 pile li Hatayê bû.

AFADê roja 13ê Adarê ragihand, “Ji erdhejên navenda wan Pazarcik û Elbistan yên 6ê Sibata 2023ê heta 13ê Adarê 17 hezar erdhej çêbûne.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 441 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:41:38
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x