Li Semsûrê jinek 77 salî piştî 212 demjimêran hat rizgarkirin

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê jineke temen 77 salî piştî erdhejê bi 212 demijimêran ji bin kavilê avahiyekê hat rizgarkirin.

15.02.2023, Çar - 05:38

Li Semsûrê jinek 77 salî piştî 212 demjimêran hat rizgarkirin
Nuçe Belav bike

Kar û xebatên lêgerîn û rizgarkirina li qurbaniyên erdheja 6ê Sibata 2023an ji bin kavilan berdewam in.

Roja Sêşemê 14ê Sibata 2023an li parêzgeha Semsûrê Fatma Gungor ku temenê wê 77 sal in piştî erdhejê bi 212 demjimêran, ji bin kavilê apartmana bi navê Merve hat rizgarkirin.

Di erdheja 6ê Sibata 2023an de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê bû û bi hezaran kesan canê xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Li gor amarên dawî ku roja 14ê Sibata 2023an Serokkomarê Tirkiyê ragihandine hejmara kesên di erdhejê de canê xwe ji dest dane bo 35 hezar û 418 kesan zêde bûye û 105 hezar û 505 kes jî birîndar bûne. Kar û xebatên lêgerîna li pey qurbaniyan berdewam in û amar her zêde dibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 332 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:57:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x