Li ser Bircên Amedê pankarta serkirdeyên Kurd hat daliqandin

Piştî heqaretên li Şêx Seîd hejmarek welatiyan posterê ku beşek ji rêber û pêşengên Kurd tê de cih digirin bi Bircên Amedê ve daliqandin û li ser nivîsîn, “Ez Kurd im, nemir im.”

14.12.2023, Per - 06:34

Li ser Bircên Amedê pankarta serkirdeyên Kurd hat daliqandin
Nuçe Belav bike

Li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê hinek kesan pankarteke ku wêneyên beşek ji serkirde, pêşeng û rêberên gelê Kurd tê de cih digirin li ser Bircên Amedê yên nêzîkî Meydana Şêx Seîd daliqandin.

Di pankartê de kesayetên Kurdan ên wekî Şêx Seîd, Qazî Mihemed, Leyla Qasim, Seyîd Riza û Musa Anter cih digirin û li ser hatiye nivîsîn: “Ez Kurd im, nemir im.”

Piştî ku ew pankart hat daliqandin hejmareke zêde ya welatiyên Kurd ew dîmen li ser hesabên xwe yên tora civakî belav kirin.

Piştî ku navê pêşeng û rêberê gelê Kurd Şêx Seîdê Pîran li rêyeke Amedê hat kirin, Şêx Seîd rastî heqaretên nijadperest, Kemalîst û beşek ji aliyên çep ên Tirkiyeyê hat.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 308 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:35:42
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x