Li Sêrtê pevçûna muxtariyê: Kesek hat kuştin, 4 kes jî birîndar in

Li gundê Qesrikê yê Sêrtê ji ber hilbijartinên muxtariyê di navbera du grûpan de pevçûn derket, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

31.03.2024, Paz - 16:31

Li Sêrtê pevçûna muxtariyê: Kesek hat kuştin, 4 kes jî birîndar in
Nuçe Belav bike

Li gundê Qesrikê yê Sêrtê ji ber hilbijartinên muxtariyê di navbera du grûpan de pevçûn derket, di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Dema ku li gund dengdanê berdewam dikir, nîqaşa du grûpan a li ser hilbijartinan veguherî pevçûna bi kevir, dar û çekan û 1 jê giran 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê û wa n birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Ji birîndaran Î.A. (54) tevî hemû midaxeleyan canê xwe ji dest da.

Têkildarî pevçûnê B.K. tevî çeka xwe hat desteserkirin.

Tedbîrên ewlehiyê yên cendirmeyan li gund û yên polîsan jî li nexweşxaneyê berdewam dike.

Vî nûçeyê tevayî: 153 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:41:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x