Li navçeya Gurunê ser bi parêzgeha Sêwasê ya Bakurê Kurdistanê mînîbuseke geştê wergeriya û di encamê de 10 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyan li li se rêya di navbera Sêwsa û Meletiyê de li nêzîkî bajarokê Suçatiyê yê ser bi Sêwasê mnîbusa bi plakaya 16 YC 506 ji rê derdikeve û werdigere.
Di encamê wê qezayê de 10 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, rizgarkirin û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.
10 kesên ku di qezayê de birîndar bûn ji aliyê tîmên tenduristiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Gurunê hatin veguhestin.