Li Şirnexê 7 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin

Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê meş, xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev, vedana konan û çalakiyên rûniştinê 7 rojan hatin qedexekirin.

21.11.2023, Sal - 17:53

Li Şirnexê 7 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Şirnexê ragihand ku ji roja Çarşemê û pê ve 7 rojan hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, meş, grev, vedana çadir û standan û çalakiyên bi wî rengî li wê parêzgehê qedexe ne.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Şirnexê ew biryar bi armanca yekparçeyiya dewletê, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û pêkanîna aramiyê, rêgirtin li tawanan, parastina maf û azadiyên xelkê hatiye dayîn.

Parêzgariya Şirnexê herwiha da zanîn ew biryar çalakiyên wek bernameyên taybet ên saziyên fermî, cejnên fermî û çalakiyên werzişê li xwe nagiqedere.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê salên dirêj in qedexeyên hene tên dirêjkirin.

Her çiqas ji aliyê hiqûqnasan ve ew biryar wekî dijî yasayan tê nirxandin lê bi piranî parêzgarî îdia dikin ku bi hinceta ewlehiyê biryara qedexeya çalakiyan didin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 292 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:52:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x