Li navçeya Qilebanê ya parêzgeha Şirnexê 2 xortên ku di navbera 18 û 21 salî de bûn di Çemê Xabûrê de xeniqîn.
Xortên bi navên Nûrûllah Berk ê 21 salî û Resûl Berk ê 18 salî yên ku xelkê gundê Aroşê yê navçeya Qilebanê ne ji bo avjeniyê çûne gundê Xabûrê.
Her du xort heta danê êvarê venegeriyane malê.
Malbatên wan li ser vê yekê çûne gundê Xabûrê û ji bo dîtina zarokên xwe dest bi xebatan kirin.
Piştî çend demjimêran cenazeyê her du ciwanan ji Çemê Xabûrê hatin derxistin.