Li Şirnexê derbarê êrîşa dijî cerdevanan de zanyariyên nû

edyaya nêzikî PKKê ragihand ku êrîşa li navçeya Hezexê ya Şirnexê ku di encamê de 1 kes mir û 2 kes jî birîndar bûn, dibe ku bi armanca “bersivdayînê” hatibe kirin.

25.04.2023, Sal - 08:54

Li Şirnexê derbarê êrîşa dijî cerdevanan de zanyariyên nû
Nuçe Belav bike

Ajansa fermî ya Tirkiyê ragihandiye, li gundê Zergûza Banê ya ser bi navçeya Hezexa Şirnexê ve şeva yekşem ê hinek kêsên çekdar bi ser du malan de girtine.

Di encama serde girtinê de Hasan Y, Abdullah Erçel (23) û Eşref Erçel (49) birîndar bûne.

Piştî agahdarkirinê tîmên tendirustiyê çûne cihê bûyerê û her sê kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatine veguhestin.

Lê ligel hemû midexaleyan kesê bi navê Hasan Y. canê xwe ji dest daye û dermankirina her du birîndarên din Abdullah E. û Eşref E. berdewam e.

Êrîşî otomobîlê kirine

Li aliyê din rûpela Almanî ANFê ya Elmanyayê nivîsand ku êrîşa duh bi şev li ser rêya gundê Cizîr û Hezexê li dijî otomobîla "cerdevanan" hatiye kirin.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku bûyer li nêzî gundê ku gerîlayê PKKê Selîm Adiyaman (Harun Elbak) di dawiya meha Adarê de ji aliyê cerdevanan ve hatibû girtin pêk hatiye.

Di nûçeyê de hat bibîrxistin ku heta niha ji HPG'ê ti daxuyanî nehatiye dayîn û hat gotin, "Dibe ku ev êrîşeke bersivdayînê ve."

Di nûçeyê de her wiha hat îdiakirin ku li gundê Zerguza Banê jî qedexeya derketina derve û ketin derketina ji gund hatiye ragihandin.

Daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê

Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê ya di 27ê Adarê de hat diyarkirin ku di operasyona ku li herêma Yavşanê ya navçeya Hezexê ya Şirnexê hat lidarxistin da gerîlayê PKKyê Selîm Adiyaman ê bi nasnavê "Harun Elbak" ji aliyê cerdevanan ve hatiye girtin.

Piştî dîmenên li ser medyaya civakî hatin parvekirin HPG'ê gefa "tolhildanê" xwaribû.

Selîm Adiyaman piştî lêpirsîna li cendirmeyê derxistin pêşberî dadgehê û piştre hat girtin û şandin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Şirnexê.

Piştî êrîşê hat ragihandin ku li herêmê bi piştgiriya hewayî operasyon hatiye destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 206 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:17:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x