Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê otobûs wergeriya û di encamê de 2 kes birîndar bûn.
Otobûsa ku plaqeya wê 34 DHN 073 û şofêrê wê R.A. (35) dema ji aliyê navçeya Qilaban ber bi Şirnexê ve diçû li nêzîkî Qereqola Cendirmeyan a Gundikê Melî wergeriya.
Şofêr û E.U. (18) di qezayê da birîndar bûn.
Birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hatin veguhestin.