Li Wanê 4 kes bi tohmeta destdirêjiya ser zarokeke keç hatin girtin

Li navçeya Bêgirê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve ji 6 kesên ku bi tohmeta destdirêjiya ser zarokek keç hatibûn destserkirin, 4 ji wan hatin girtin.

14.01.2023, Cts - 10:11

Li Wanê 4 kes bi tohmeta destdirêjiya ser zarokeke keç hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li gor beşek ji nûçeyên li ser medya civakî û malperên nûçeyan belav bûne, li navçeya Bêgirê ser bi parêzgeha Wanê hejmarek kesan destdirêjiya zarokeke keç kirine ku di nav wan de polîs, leşker û fermanberên hikumî jî hebûn.

Rêveberiya Ewlekariya Wanê roja Înê 13ê Çileya 2023an derbarê vê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew zanyarî û nûçeyên li ser beşek ji malperên nûçeyan û hesabên medya civakî belav bûne ne rast in ku dibêjin: "Zarokek keç ji aliyê 40 kesan ve rûbirûyî destdirêjiya seksî bûye ku di nav wan de polîs, leşker, siyasetmedar û feramanberên dewletê jî hene.”

Lê rêvberiya navborî diyar kiriye ku derbarê serlêdana zarokeke keçek de li ser mijarên “destdirêjiya seksî, şantaj û sivkatiyê lêkolîn dane destpêkirin û 6 gumanbar hatine desterkirin û piştî karûbarên yasayî, 4 ji wan hatine girtin, kesek bi mercê kontrola dadî hatiye berdan û kesê din jî dê ji derve bê darizandin.

Rêveberiya Ewlekariya Wanê di daxuyaniya xwe de red dike ku ti fermanber, siyasetmedarên xwecihî, leşker an jî polîsekî dewletê di nav kesên ku hatine destserkirin de hebin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 346 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:17:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x