Li Wanê bi hinceta PKKê 32 kes hatin desteserkirin

Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, meha Hezîrana 2023an bi “hinceta PKKê” 32 kes hatin desteserkirin.

04.07.2023, Sal - 10:40

Li Wanê bi hinceta PKKê 32 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

Rêveberiya Ewlekariya Wanê ragihand ku di navbera 1-30ê Hezîranê de bi armanca rêgirîkirina çalakiyên rêxistinê operasyon hatine kirin.

Li parêzgeha Wanê meha Hezîranê di operasyonên cuda de bi hinceta “alîkariya PKKê” 32 kes hatin desteserkirin. Derbarê kesên hatin desteserkirin de karên yasayî hatine destpêkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên emnî gelek caran bi ser malan de digrin û bi “hinceta PKKê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 394 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:36:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x