Li Wanê di gulebarankirina mînîbûsekê de zarokekî koçber hat kuştin û 12 koçber jî birîndar bûn.
Li navçeya Mehmûdiyê ya ser bi Wanê di rêbendeke kontrolê de hêzên ewlehiyê bi tometa mînîbûs nerawestaye, gule lê reşandin.
Di encama gulebaranê de, zarokekî koçber hat kuştin û 12 koçber birîndar bûn ku rewşa 4 birîndaran giran e.
Derbarê bûyerê de Parêzgariya Wanê ragihand, hêzên ewlehiyê xwestin mînîbûseke biguman rawestînin, lê dema pas ranewestî û hat gulebarankirin.
Parêzgariya Wanê diyar kir jî, piştî bûyerê ajokarê pasê û qeçaxçî reviyane. Lê nayê zanîn koçberê hatiye kuştin û yên birîndar ji kîjan welatî ne.