Li navçeya Payîzava ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, baranek dijwar barî û lehî rabû, av ket gelek malan û herwiha zeviyên çandiniyê dibin avê de man.
10.06.2023, Cts - 18:43
Nuçe Belav bike
Ji ber barana dijwar a ku îro li navçeya Payîzava ya Wanê barî, av bilind bû û bû sedema lehiyê. Ji ber lehiyê av ket gelek malan û ziyanên madî çêbûn.
Her wiha gelek zeviyên çandiniyê dibin avê de man û ziyaneke mezin gihişte cotkarên navçeyê.
Hat zanîn ku tîmên şaredariyê dest bi pakkirina wan taxên dibin avê de mane kirine.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 476 kes dît. Rojanekirina Dawî:20:09:10