Li Wanê otobusek wergeriya: 16 kes birîndar bûn
Li navçeya Westanê ya ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê otobûuseke veguhestina rêwiyan wergeriya û di encamê de 16 kes birîndar bûn.
Îro Şemiyê 29ê Nîsana 2023an li navçeya Westanê ya Wanê ji ber baranê rê şil bû û otobûsa rêwiyan ji rê derket û wergeriya. Di encamê de 16 kes birîndar bûn û kesên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Westanê hatin veguhestin.
Li gor zanyariyan rewşa birîndaran baş e.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 446 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:26:28