Li Wanê pevçûna malbatan: Kuştiyek, 7 birîndar û 15 desteserkirî

Li navçeya Rêya Armûşê ya parêzgeha Wanê di şerê 2 malbatan de kesek hat kuştin, 7 kes birîndar bûn û 15 kes jî hatin desteserkirin.

29.09.2023, Cum - 06:31

Li Wanê pevçûna malbatan: Kuştiyek, 7 birîndar û 15 desteserkirî
Nuçe Belav bike

Bûyer li taxa Kevenliyê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê rû da.

Li gorî zanyariyan di navbera 2 malbatan de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî demekê ji nîqaşê her du malbat pev çûn, çek jî hatin bikaranîn.

Li gorî zanyariyên destpêkê kesekî canê xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar veguhastin nexweşxaneyên bajêr.

Hêzên ewlehiyê li ser bûyerê lêkolîn dan destpêkirin û 15 kes desteser kirin.

Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê ji bo ku dîsa pevçûn dernekeve li taxê tedbîrên ewlehiyê girtine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 412 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:42:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x