Li Bakurê Kurdistanê, şaredarên 3 qezayên din ên di destê Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) de hatin desteserkirin.
Li gor zanyariyan, îro Înê serê sibê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, şaredarên herdê qezayên Bêgir,Qelqelî û Elbakê yên Wanê desteser kirine.
Hêj sedema desteserkirina wan şaredarên Kurd ên HDPyî nehatiye ragihandin.
Pêştir hevserokên 24 şaredariyên Bakurê Kurdistanê yên di destê HDPê de hatibûne girtin û hikûmeta Tirkiyê qeyûm li ser wan şaredariyan daniye.