Li Wanê şer derket: Leşkerekî Tirkiyê hat kuştin

Parêzgariya Wanê ragihand li navçeya Şaxê di encama şerê navbera artêşa Tirkiye û PKKê de leşkerek hatiye kuştin.

14.10.2022, Cum - 07:46

Li Wanê şer derket: Leşkerekî Tirkiyê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Parêzgariya Wanê îro 14ê Cotmeha 2022 li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek belav kir û ragihand, li navçeya Şaxê ya ser bi Wanê ve di encama şerekî navbera artêşa Tirkiye û PKKê de leşkerekî canê xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniyê, navê wî leşkerî Kurşat Sert û ser bi hêzên Cendirme û pileya wî Çawişê Pispor bûye.

Duh leşkerekî din ê Tirkiyê li nav axa Herêma Kurdistanê û li herêma ku operasyona Pence-Kilîd lê birêve diçe, hatibû kuştin.

Li gor nûçeya ajansa Mezopotamyayê li navçeya Berwarî ya ser bi parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê ve jî doh 13ê Cotmehê di navbera artêşa Tirkiyê û gerîllayên PKKê de şer çêbûye û di encama vî şerî de hejmareke zêde leşker birîndar bûne.

Heman çavkaniyê ragihandiye, leşkerên birîndar bi helîkopteran bo Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêmê ya li Wanê hatine veguhestin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 297 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:11:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x