Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di encama teqîna mînekê de leşkerekî wan miriye û yek jî birîndar bûye.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro 18ê Tîrmeha 2022an li navçeya Şax a ser bi parêzgeha Wanê mînek teqiyaye û di encamê de leşkerek miriye û yek jî birîndar bûye.
Artêşa Tirkiyê ev demeke li navend û navçeyên parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê operasyoneke leşkerî ya bi navê Eren Dorpêç-22 daye destpêkirin û heta niha berdewam e.