Li Wanê xizmên nexweşekî pizîşkekî bi giranî birîndar kir

Li Nexweşxaneya Yuzuncu Yilê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê xizmên nexweşekî li bijîşkekî dan û ew bi giranî birîndar kirin.

30.09.2023, Cts - 07:33

Li Wanê xizmên nexweşekî pizîşkekî bi giranî birîndar kir
Nuçe Belav bike

Bijîşk li nexweşxaneyê di çavdêriya hûr de ye û derbarê bûyerê de 2 kes hatin destserkirin.

Doh demjimêrên nîvro li parêzgeha Wanê nexweşek ku destê wî birîndar bûbû ji bo çareseriyê çû Navenda Bijîşkî ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê.

Li gorî zanyariyan çareseriya destpêkê bo wî nexweşî ji aliyê asîstanê ortopediyê Dr. Halîl Îbrahîm Ulusal ve hat kirin lê xizmên nexweş di dema çareseriyê de êrişî wî kirin û lê dan.

Bi lêdan û tundûtîjiya xizmên nexweş milê Halîl Îbrahîm Ulusal şikest û ji cihê xwe derket û bi giranî birîndar bû.

Bijîşkê navborî piştî bûyerê ji bo beşa çavdêriya hûr a nexweşxaneyê hat rakirin û neştergerî jê re hat kirin.

Niha jî bijîşk di bin çavdêriya hûr de ye.

Hat ragihandin ku 2 êrişkar piştî bûyerê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine destserkirin.

Serokê Sendîkaya Karkerên Tenduristiyê yê Şaxa Wanê Hîkmet Bîlgîn piştî bûyerê çûye serdana nexweşxaneyê û derbarê mijarê de daxuyaniyek da çapemeniyê.

Bîlgîn nerazîbûn nîşanî tundûtîjiyali hember bijîşkê nexweşxaneyê nîşan da û bang li aliyên peywendîdar ên Tirkiyê kir ku yasaya derbarê rûbirûbûna tûndûtîjiya li hember bijîşkan de demildest bê cîbîcîhkirin da ku êdî bûyerên wiha li nexweşxaneyan çênebin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 436 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:15:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x