Li Xarpêtê 6 kes di malekê de mirî hatin dîtin
Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di malekê de 6 kes mirî hatine dîtin û heta niha sedema wê nehatiye zanîn.
Li gor zanyariyên destpêkê hejmarek zêde polîs û tîmên tendirûstiyê çûne cihê bûyerê.
Li gor zanyariyên destpêkê her 6 kes jî ji heman malbatê ne û eger heye ku kesekî piştî 5 kes kuştine bixwe jî xwe kuştiye.
Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 536 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:32:41