Li Xarpetê pevçûn: 2 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Xarpetê ya Bakurê Kurdistanê di şerê di navbera dû malbatan de 2 kes bi giranî birîndar bûn.

29.03.2023, Çar - 05:40

Li Xarpetê pevçûn: 2 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyan roja Sêşemê 28ê Adara 2023an 4 kesên ji dû malbatên cuda yên bi navên M.Y. ve N.Y ile M.K. û A.K ku pêştir di navbera wan de alozî hebû, li taxa Kiraç a girêdayî bajarokê Akçakîraz yê Xarpetê rastî hev hatin û piştî demek ji nîqaşê şerê hev kirin.

Di şer de çek jî hatin bikaranîn û welatiyên bi navên M.K û A.K bi giranî birîndar bûn

Gumanbarên bi navên MY. û N.Y piştî bûyerê reviyan.

Li ser agahadarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku rewşa tendirustî ya herdû welatiyên birîndar ne cîgir e û hêzên ewlekariyê ji bo desteserkirina gumanbarên reviyayî dest bi lêkolînan kirine.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 247 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:29:32
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x