Li Xarpêtê operasyona laşfiroşiyê: Şaredar hat girtin

Li parêzgeha Xarpetê di operasyoneke laşfiroşiyê de serokê şaredariya bajarokê Mollokendiyê yê AK Partiyê hat girtin.

06.03.2024, Çar - 06:45

Li Xarpêtê operasyona laşfiroşiyê: Şaredar hat girtin
Nuçe Belav bike

Çend roj berê li parêzgeha Xarpetê di operasyoneke bi navê "Cemre-2" de 5 kes bi tohmeta ku li navendeke ciwankariyê di bin navê masajê de "jinan teşwîqî laşfiroşiyê dikin û jibo vî karî zordariyê li wan dikin û organîzasyona laşfiroşiyê dikin" hatibûn desteserkirin.

Hêzên Ewlehiyê kesên desteserkirî piştî karûbarên îfadeyê şandin dadgehê.

Ji 5 kesên desteserkirî 4 ji wan hatin girtin û kesek jî bi mercê kontrola dadî hat berdan.

Herwiha li 128 kesan jî cezayê pere hat birîn.

Li gorî nûçeya Ajansa ANKAyê, yek ji kesên ku hatiye girtin, Şaredarê bajarokê Mollaklendiyê yê AK Partiyê Mehmet Enîs Dogan e.

Li gor zanyariyan Serokayetiya Xarpêtê ya AK Partiyê ji bo derxistina Mehmet Enîs Dogan ji partiyê ew şandiye dîsîplînê û biryar jî ji bo navenda giştî ya AK Partiyê hatiye şandin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 128 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:28:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x