Li gor agahiyan 1ê Îlona 2022ê li Taxa Işiklar a ser bi navçeya Midyadê ve li bazara ajelan polîsan xwestiye Adem Kara yê 21 salî rawestînin lê ew ranewestiyaye û polîsan gule berdanê. Herwiha Adem Kara yê ku bi guleyên polîsan bi giranî birîndar bûbû li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Mêrdînê canê xwe ji dest daye.
Li gor zanyariyan cenazeyê Adem Kara dê îro Înê 2ê Îlonê li Goristana Kalo ya Midyadê bi axê ve bê spartin.
Malbata Adem Kara diyar kirin ku derbarê wî de ti biryara girtinê nebû û nû ji girtîgehê derketibû. Malbat dibêjin dibe ku tirsiya be û ji ber wê yekê ranewestiyabe û ew dê ji bo rastiya bûyerê dê lêkolîna xwe berdewam bin.
Derbarê bûyerê de heta niha ne Parêzgarî û ne jî Qeymeqamtiya Midyadê ti daxuyanî nedane û hat zanîn ku polîsek hatiye desteserkirin.