Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotarek di Konferansa Kurdistan Landika Pêkvejiyana Aştiyane ye de pêşkêş kir û tê de ragihand, “Pêkvejyan û hevpejirandin bûye beşek ji çand û rêça jiyana me.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de ragihand, “Li piraniya navçeyên Kurdistanê Kurd, Tirkmen, Keldanî û Aşûrî, Suryan, Ermenî, Ereb, Misilman û Xiristiyan, Êzidî û Cihû bi hev re jiyane û di demên tengasiyê de alîkariya hev kirine. Ez ji herêmeke ku li heman gundî mizgeft, dêr û kinîşte lê hene, ez ê her tim bi vê çandê serbilind bim û ji bo parastin û pêşxistina vê çanda ciwan çi ji destê min bê ez ê bikim.”
Deqa gotara Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Amdebûyên birêz
Hûn gelek bi xêr hatin. Spas ji bo beşdarbûna we hemûyan. Ez spasiya mamostayên olî yên ji hemû olên cuda yên Kurdistanê dikim ku hatine û li gel me ne. Her wiha spasiya mamostayên zanîngehan û we hemûyan dikim ji ber amadebûna we.
Pêwîstiya me bi rênima û nêrînên we heye. Her wek we çawa kariye heta niha bi rênimayiyên Kurdistan weke landika aştî û pêkvejiyanê biparêzin, hêvîdar im hûn bi heman şêwe nifşên me yên paşerojê jî perwerde bikin.
Destxweşî li organîzatorên vê konferansa Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî dikim, ji bo rêkxistina vê konferansê di boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Gotara Nefretê de.
Di dîroka mirovatiyê de û heta roja me ya îro jî axaftin û dirûşmên dijminane û handana tundiyê bûne sedema karesatên mezin. Di vê serdema pêşketin û teknolojiyê de jî, axaftinên bi vî rengî hîn jî vihê nîgeraniyê ye û encamên wê jî pir eşkere ne, em dibînin ku şer û rijandina xwînê li gelek welat û herêmên cîhanê berdewam e.
Her weke di diruşma vê çalakiyê de jî tê hatiye, Kurdistan hertim landika pêkvejiyana aştiyane bûye, bi hezaran sal e li navçeya me netewe, ol û baweriyên cuda hene û bi hev re jiyane û hevqebûlkirin bûye beşek ji çand û rêça jiyana me. Li piraniya navçeyên Kurdistanê Kurd, Tirkmen, Keldanî û Aşûrî, Siryan, Ermen, Ereb, Misilman û Xiristiyan, Êzidî û Cihû bi hev re jiyane û di demên tengasiyê de alîkariya hev kirine. Ez ji herêmeke ku li heman gundî mizgeft, dêr û kinîşte lê hene, ez ê her tim bi vê çandê serbilind bim û ji bo parastin û pêşxistina vê çanda ciwan çi ji destê min bê ez ê bikim.”
He rçend e Herêma Kurdistanê bûye navend û landik ku hemû netew, ol û mezheb tê de hest bi ewlehî û aramiyê kirine, lê mixabin ev girava aram hertim rastî êrîşa hizra dijminane hatiye. Li herêmê hertim hewl hatiye dayîn ku ev çanda pêkvejiyanê bê têkdan û heta niha jî hewl hatine dayîn ku netewe û olên Kurdistanê nemînin û ew bêne qirkirin.
Dîroka nû ya welatê me şahidê wê ye ku welatê me ji ber hizrên şovenîst û dijminane û înkarkirina hebûna miletê me, rastî gelek karesat û jenosîdê hatiye. Wêrankirin, şewitandin, definkirin, enfalkirin û êrîşên kîmyewî, encama serdestiya zihniyeteke ku wekhevî, edalet û naskirina mafên neteweyên din înkar dike, bû.
Îro gelek kesên ku êrîşî me kirin nemane, lê em her mane, ev jî bêguman ji ber parastina vê çand û hizra pêkvejiyanê ye. Her kes dizane ku di dema şoreşa Îlonê de, tevî hemû komkujiyên li welatiyên me hatine kirin, Barzanî nemir hertim tekezî li wê dikir ku em rê nadin ev şer bibe şerê Kurd û Ereban. Di şûna wê de, wî her dem digot ku şerê me li dijî desthilatdarên zordar e, ne li dijî miletan e. Di dema serhildanê de, tenê sê sal piştî Enfal û êrişên kîmyayî derbas bûbûn, bi hezaran leşkerên Iraqê li Herêma Kurdistanê dîl hatin girtin, lê Serok Barzanî daxwaz kir ku rêz li wan bê girtin û bên parastin.
Em ê her tim vê çanda ciwan biparêzin û gotara me dê gotara hezkirin, pêkvejiyana aştiyane, rêzgirtina li hev, wekhevî û edaletê be. Em rê nadin ku hizra kîn û tundiyê derbasî Herêmê bibe.
Lê mixabin ji dîrokê wane nehatine girtin û hin kes hewla belavkirina hizrên şovenîst, hevnehîştin û xwesepandinê didin.
Me gelek lihevkirin ji bo avakirina Îraqeke federal û demokratîk kirin, me bi hemû hêza xwe hewl da Iraqeke nû ava bikin ku hemû civak tê de hest bi hebûna xwe bikin û maf û taybetmendiyên xwe biparêzin. Lê ji aliyê din ve em dibînin ku hêdî hêdî ev pêvajo ji rê derdikeve û Iraq ber bi wê rêyê ve tê birin ku rûbirûyê ezmûnên tal ên berê bibe.
Em dibînin ku hewla binpêkirina mafên me yên destûrî tê dayîn, dibînin ku gotara nefret û dijminane li dijî Herêma Kurdistanê tê belavkirin û bi awayekî şaş diweşînin ku pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê li ser hesabê beşên din ên Iraqê ye, bi vî awayî dixwazin rêveberiya xwe ya xelet, îsrafkirina çavkaniyên giştî û gendeliya xwe veşêrin.
Di wan salên ku şerê mezhebî li gelek deverên Iraqê hebû, Herêma Kurdistanê bûbû penageha her kesî. Hemû taîfeyên ku li deverên din ên Iraqê hevûdu dikuştin, li Herêma Kurdistanê dibûn cîranên hevdu. Di dema şerê dijî terorîstên DAIŞê de, bi sedan hezar kes ji navçeyên din ên Iraqê koçî Herêmê kirin û heta niha jî piraniya wan ne amade be ku ji kampan derkevin û vegerin cihên xwe, ji ber ku heta niha jî hest bi metirsiyê dikin.
Em şanaziyê bi çandeke wiha dikin û divê em hemû hewl bidin hizr û giyanê pêkvejiyanê bipêş bixin. Em bang li gel û berpirsên dilsoz ên deverên din ên Iraqê dikin ku dev ji belavkirina hizra tundûtûjiyê û înkarkirina hev berdin û dersên ji dîroka bixwîn a Iraqê bistînin. Werin em hemû bi hev re ji bo aştî û tabayê kar bikin û şiyanên xwe bikar bînin da ku bibin faktorek ji bo bihêzkirina aştiyê û nehîştina şer û xwînrijandinê, ne tenê li Herêm û Iraqê, lê li tevahiya navçe û cîhanê.
Di dawiyê de jî pêwîst e em tekez li ser wê yekê bikin ku pabendbûna bi destûra Iraqê, take garantiya aramiyê û parastina mafên hemû pêkhateyên Iraqê ye. Kurdistan û hemû pêkhateyên wê rastî gelek hewlên qirkirin û jinavbirinê hatine, weke Enfal, êrîşên kîmyayî, dagîrkirina erdan, veguheztin û jinavbirina nasnameya netewî, lewra li gorî destûrê, em daxwaza qerebûkirina hemû zilm û zordariyên li me hatiye kirin, dikin.
Pirsgirêka me ne tenê mûçe û pirsgirêkên darayî ye, niha piraniya mafên me yên destûrî paşguh kirine û binpê kirine. Mînaka herî berçav jî ew e ku heta niha jî cotkarên Kurd û Tirkmen li Kerkûk û derdora wê di bin metirsiyê de ne û erdê wan tê dagîrkirin, lê ew dixwazin hemû mafên me di warê darayî û mûçe de biçûk bikin û piştre vê pirsê li dijî me bikar bînin.
Daxwazê ji rayedarên Bexdayê dikim ku rêzê li destûrê bigirin û waneyê ji dîrokê bigirin. Tiştê ku em bi aştî û aramiyê bi dest bixin, bi şer, zordarî û xweferzkirinê nayê bidestxistin.
Daxwazê ji welatiyên hêja yên Kurdistanê û aliyên siyasî yên Herêmê dikim ku têkoşîn û qurbanîdana gelê me ji bîr nekin û di bin ti zext û berjewendiyên teng de nirxên xwe yên bilind ji dest nedin û ji bo welatekî pêşketî û xurt, di pêşxistina vê çandê û rêzgirtina li nirxên me yên hene de, berdewam bin.
Hûn her şad p bextewer bin û Kurdistan jî har ava be.