Mikaîl Aslan û zarokên xwe ji bo dersa Kurdî bang kirin

Yek ji hunermendê herî bi nav û deng ê Dêrsimê Mîkaîl Aslan û zarokên xwe bang li malbatan kir ku li dibistanan zimanê xwe yê zikmakî hilbijêrin da ku Kirmanckî (Zazakî) wenda nebe.

18.01.2023, Çar - 07:20

Mikaîl Aslan û zarokên xwe ji bo dersa Kurdî bang kirin
Nuçe Belav bike

Kampanyaya hilbijartina dersa zimanê Kurdî ji aliyekê li bajar û bajarokên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam e û ji aliyekê ve jî hunermend, zimanzan û kesayetên naskirî jî piştevaniya xwe bi peyam nîşan didin.

Li Dêrsima Bakurê Kurdistanê ku herî zêde bi Kirmanckî lê tê axaftin, hunermendê Dêrsimî Mîkaîl Aslan tevlî kampanyayê bû.

Mîkaîl Aslan û zarokên wî Hedar û Estar bi Kirmanckî bang li malbatan kirin ku li dibistanan zimanê xwe yê dayikê wekî dersa bijarte hilbijêrin.

Aslan ji ajansa Rûdawê re got: “Silav, em hemî agahdar bûne ku ji niha û pê de mafê zarokên me heye ku li dibistanên me bi zimanê xwe bixwînin. Bila zarokên me li dibistanan fêrî zimanê xwe bibin. Zimanê me pir xweş e, eger em lê xwedî derkevin yê me ye, eger em lê xwedî dernekevin dê ji holê rabe.”

Hedar û Estar Aslan jî gotin, "Herin dibistanê, zimanê me fêr bibin, zimanê me pir xweş e."

Bi biryara Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê, ji sala 2012an ve di çarçoveya Ziman û Zaraveyên Zindî de, zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin.

Xwendekar di sala perwerdehiyê ya 2023-2024an de heta 10ê Sibata 2023yan dê bikaribin dersa Kurdî hilbijêrin û dibistanên xwe ji tercîhên dersa hilbijartî agahdar bikin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 449 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:07:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x