Mustafa Ozçelîk: Em hevdîtinên PDK û YNKyê bi kêfxweşî pêşewazî dikin!

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê Mustafa Ozçelîk li ser hevdîtinên navbera PDK û YNKê daxuyaniyek belav kir.

08.11.2023, Çar - 14:42

Mustafa Ozçelîk: Em hevdîtinên PDK û YNKyê bi kêfxweşî pêşewazî dikin!
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê Mustafa Ozçelîk li ser hevdîtinên navbera PDK û YNKê daxuyaniyek belav kir. Daxuyaniya Mustafa Ozçelik li jêr e.

PDK û YNKyê, di roja 07.11.2023yê de, bi beşdarîya rêzdaran Nêçirvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Bafil Talabanî, Kubat Talabanî û rêvebirên PDK û YNKyê, li Pîrmamê hevdîtineke pêk anîn.

Li kîjan perçeyê Kurdistanê û li kîderê cîhanê dibe bila bibe; kîjan partîyên kurdan û kîjan welatparêz, siyasetmedar û rewşenbîrên kurdan dibe bila bibin, ji bo yekitî, hevkarî û yekrêzîya nava partî, rêxistin û dezgehên kurdan nêzî hevdû bibin, hevkarî û tifaqan bikin, dest bidin hev û li hev xwedî derkevin, cihê kêfxweşî û şanazîyê ye.

Herweha her gav û xebateke ji bo mafên neteweyî, demokratîk û kulturî; ji bo bidestxistin û parastina statuyek siyasî ya milî li ser cografîya Kurdistanê tê meşandin, em weke xebateka xwe pênase dikin û cîhê dilxweşîyê ye.

Her hewildan û gavek di vî warî de kelecan, coş û hêvîya miletê Kurd û pêkhateyên Kurdistanê geş dike; bawerî, hest û hişmendîya neteweyî xurtir û berfirehtir dike.

Bi van hest, bîr û bawerî û hişmendîyê ez civîn û nêzîkbûna PDK û YNKyê pîroz dikim û hêvî dikim ku ev hevditina roja 07.11.2023yê bibe destpêka lihevkirineke nû ya stratejîk ya weke tifaqa di navbera rêzdar Serok Mesûd Barzanî û rêzdar Serok Mam Celal de. Em hêvî dikin ku ev civîn wê bibe destpêka tifaqeke nû ya hemû partîyên niştimanî yên li Başûrê Kurdistanê, wê bibe destpêka yekkirina dezgehên heyî yên dewleta federe û ava kirina dezgehên nû yên dewletbûnê.

Destkeftinên dewleta federe yên Başûrê Kurdistanê, stargeh, piştûpal û hêvîya hemû kurdên her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê ne. Lêxwedîderketin û parastina van destkeftinan, di serî de wazîfe û berpirsiyarîyeke neteweyî, welatparêzî ya hemû partî, rêxistin û dezgehên neteweyî yên Başûrê Kurdistanê ye; li di heman demê de, ev wezêfe û berpirsiyarîya hemû partî, rêxistin, dezgeh, welatperwerên perçeyên din yên Kurdistanê û kurdên cîhanê ye.

Bi rêz û silavên min.

08.11.2023

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 702 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:38:05
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x