Namzedê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî

DEM Partiyê ragihand ku berbijêrê wan ê hevserokayetiya şaredariya Bedlîsê Enver Barîn bi daxwaza xwe ji namzediyê vekişiyaye.

27.02.2024, Sal - 16:14

Namzedê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
Nuçe Belav bike

Komîsyona Hilbijartinê yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Bedlîsê derbarê rewşa Enver Barîn daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di dosyaya namzedê me yê hevşaredariyê yê navendê Enver Barîn de ji ber ku 5 salan girtî mabû, ceza hatiye dayîn û ev ceza bi lez û bez ji Dadgeha Bilind re hatiye şandin.

Li ser vê yekê Enver Barîn li gorî daxwaza xwe ji namzediyê vekişiyaye.”

Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê ya Bedlîsê herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku Barîn dê ji lîsteya konteyjanan beşdarî hilbijartinan bibe.

Komîsyona navborî da zanîn ku namzedê wan ê nû yê hevşaredariya Bedlîsê Faruk Îşlek e.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 205 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:57:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x