Namzediya namzedê DEM Partiyê yê Bedlîsê hate betalkirin

Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li ser îtîraza AK Partiyê namzediya namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bedlîsê Faruk Îşlek betal kir.

02.03.2024, Cts - 10:35

Namzediya namzedê DEM Partiyê yê Bedlîsê hate betalkirin
Nuçe Belav bike

Li ser îtiraza AK Partiyê bi hinceta ku “ji erka xwe îstifa nekiriye” namezdiya namzetê Hevserokê Şaredariya Bedlîsê yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Faruk Îşlek ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ve hate betalkirin.

Serokatiya Navçaya Navendî ya Bedlîsê ya AK Partiyê ji bo betalkirina namzediya namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bedlîsê Faruk Îşlek, namzedê Endamê Meclisa Parêzgehê Çetîn Gulmez û Endamê Meclisa Şaredariyê Hakim Kandore serî li Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Bajêr dabû.

Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Bajêr biryar dabû nazediya her sêyan bê betalkirin. Lê li ser îtiraza DEM Partiyê ev biryar paşde hatibû wergirtin.

Lê vê carê ji aliyê nûnerê AK Partiyê yê Desteya Bilind a Hilbijartinê Recep Ozel ve di 1ê Sibatê de serlêdana îtîrazê hat kirin.

Desteya Hilbijartinê bi hinceta "Ji endamtiya Desteya Rêveber a navçeya navendî ya partiyê îstifa nekiriye" namzetiya Faruk Îşlek betal kir.

Biryar hat dayîn ku namzediya endamên meclîsê yên din jî berdewam bike.

Ji ber ku rêya îtirazê girtiye divê DEM Partî li şûna Faruk Îşlek îro heta saet 17:00an namzedekî nû destnîşan bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 290 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:27:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x