Nasnamayên 3 gerîlayan hatin eşkerekirin

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKyê ye nasnameya 3 gerilayên canê xwe ji dest daye eşkere kir.

26.11.2023, Paz - 18:47

Nasnamayên 3 gerîlayan hatin eşkerekirin
Nuçe Belav bike

HPGyê ragihand ku her sê gerîlayan li Başûrê Kurdistanê, li Girê Amêdiyê canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniya HPGyê, gerîlayan 20ê vê mehê li Girê Amêdiyê êrişî leşkerên artêşa Tirkiyeyê kiriye û 49 leşker hatine kuştin.

Li gorî heman daxuyaniyê, di vê êrişê de 3 gerîlayan PKKyê jî canê xwe ji dest daye.

HPGyê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku nasnameyên van gerîlayan bi vî rengî ne:

- Fatîh Bulutê bi nasnavê Ciwan Welat, ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye

- Ramazan Bîlalê bi nasnavê Andok Adil, ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye

- Saît Songulalpê bi nasnavê Botan Raperîn, ji Sêrta Bakurê Kurdistanê ye lê li Stenbolê ji dayîk bûye

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 422 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:35:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x