Serokê Herêma Kurdistanê got “Divê em hevdû wek hevrik nebînin, em hevdû temam dikin û divê em bi ruhê hevkariyê kar bikin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “nabe li Iraqê wek niha destûr bê paşguhkirin, lê divê bi temamî were cîbicîkirin.” Herwaha got: “Em hêvîdarin di demek nêzîk de xalên rêkeftina pêkanîna hikûmeta Iraqê bên cîbicîkirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarbûna merasima bîranîna rêberê olî yê Şîeyan Seyîd Mihemed Baqir El Hekîm çû Bexdayê.
Nêçîrvan Barzanî di axavtina xwe ya di merasîmê de Mihemed Baqir El Hekîm bibîr nî û amaje bi wê yekê jî kir, ku Hekîm li ber çavê gelê Kurdistanê û têkoşîna gelê Kurdistanê kesayetiyekî rêzdar e.
Barzanî diyar kir ku ji bo cîbicîkirina Destûra Iraqê ew piştgiriyê didin Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û got “Divê mafên hemû pêkhateyên Iraqê di çarçoveya destûrê de bên cîbicîkirin. Divê Iraq di pratîkê de bi sîstemeke federal bê birêvebirin.”
Barzanî diyar kir ku Sûdan hewl dide pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bike û dibêje “Sûdanî hewl dide di serî de artêş ji bo ku hemû pêkhateyên Iraqê di hemû saziyên Iraqê de cih bigrin.”
Barzanî diyar kir ku eger Bexda xizmetguzariyên wekhev pêşkêşî hemû welatiyan bike û hemû pêkhateyan li xwe bigire, Iraq dê gelek bihêztir bibe û pêgeha wê li navçeyê jî bihêztir bibe anî ziman “Em bi hev re dikarin bihêz bin û bi hev re dikarin pêgeha Iraqê bihêztir bikin”
Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê di rewşa herî dijwar a Iraqê de jî bûye çavkaniya aştiyê û got “Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku mêvandariya 2 milyon û 800 hezar koçberên ku ji ber şerê DAIŞê ji deverên cuda yên Iraqê hatine û tûşî ti pirsgirêkekê nebûne.”
Barzanî diyar kir ku gelê Iraqê li gel çareseriya pirsgirêkan e û ji bo cîbicîkirina Destûrê zemîneke erênî heye û wiha berdewam kir “Divê em di demên dijwar de piştgiriya hev bikin û hemû pêşkeftinên ku me bi dest xistine di encama hevkariya me derketiye.”
Serokê Herêma Kurdistanê tekez kir û got “Divê em hevdû wek hevrik nebînin, em hevdû temam dikin û divê em bi ruhê hevkariyê kar bikin.”
Barzanî balê dikişîne ser çanda pêkvejiyana ku li cîhanê belav dibe û dibêje “Pirnetewebûn, pir ol û pir mezhebî ne nîşana lawaziya Iraqê ye, belku bingeha bihêzbûna Iraqê ye.”
Barzanî diyar kir ku li Herêma Kurdistanê Kurd, Asûrî, Ermenî, Tirkmen, Keldanî û Ereb di nav de zêdetirî 40 netewe bi hev re û di nava aştiyê de dijîn û got “ Ev ji bo me hemûyan serbilindiyeke mezin e.”
Herwiha Barzanî got ku hemû gelên Iraqê dixwazin li ser esasê wekheviyê bi hev re bijîn diyar kir “Ji ber vê yekê divê ev daxwaza Iraqiyan di pratîkê de cih bigire.”
Mihemed Baqir El Hekîm di sala 1939an de ji dayîk bûye û di 29ê Tebaxa 2003an de li Necefê dema ji mezargeha Îmam Elî derdiket wesayîteke bombebarkirî teqiya jiyana xwe ji dest da.
Di teqînê de herî kêm 84 kesên din jiyana xwe ji dest dan ku 15 parêzvanên Mihemed Baqir El Hekîm jî di nav de hebûn.
Di 30ê Îlona 2003ê de, desthilatên iraqî çar kes bi tawana beşdarbûna di wê teqînê de girtin, ku karbidestên Amerîkî û Îraqî ragihandibûn ku Ebû Musab el-Zerqawî ew teqîn plan kiribû.