Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)ê bi boneya 44.emîn salvegera koça dawî ya rêberê bizava rizgarîxwaziya gelê kurd Mela Mistefa Barzanî peyamek bibîranînê belav kir.
Li gor Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê daxuyanî waha ye:
Yek ji rêberên neteweyî yê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî roja 01.03.1979ê koça dawî kir.
Ew aktor û şahîdê gelek rûdanên dîrokî bû.
Ji roja jidayikbûnê heta wafata wî, jiyana Mele Mistafa Barzanî, kurte çîroka têkoşîna neteweyî ya Kurd û Kurdistanê, ya di sedsala 20an de ye .
Mele Mistefa Barzanî, bi rêbaz û xebat û têkoşîna Şêx Abdulselam Barzanî û Şêx Ahmed Barzanî û di medreseya welatperwerîya wan de perwerde bûye.
Rêbaza Mele Mistefa Barzanî, berdewamîya rêbaza doza Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyid Riza, îhsan Nurî , Pêşewa Qazî Mihemed e.
Mele Mustafa Barzanî ew alaya ku Pêşewa Qadî Mihemed teslîmî kir, tu carî li erdê nexist , teslîmî pêşmergeyênm qehreman kir. Bi ked û têkoşîna şehîd û xebatkarên doza azadîya Kurdistanê, ew Alaya Kurdistanê îro li ser Parlamentoya Herêma Kurdistanê li ba dibe.
Ji bo Mele Mistefa Barzanî û ji bo hemû şehîd û kedkarên têkoşîna azadî, rizgarî û serxwebûna Kurdistanê, dê xelata herî mezin, azadî û serxwebûna Kurdistanê be.
Em di 44emîn salvegera wefata wî de, rêberê miletê Kurd Mele Mistefa Barzanî bi giramî bibîrtînin.
01.03.2023
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê