PAKê komkujiya 1’ê Sibatê ya li Hewlêrê şermezar kir

Li Diyarbekirê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), komkujiya 1’ê Sibata 2004’an a li Hewlêrê, bi rêya daxuyaniyekê şermezar kir. Di encama êrîşên ku li hember avahiyên PDK û YNK’ê hatibûn kirin de 101 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 200 kes jî birîndar bûbûn.

01.02.2017, Çar - 16:23

PAKê komkujiya 1’ê Sibatê ya li Hewlêrê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Li Diyarbekirê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), komkujiya 1’ê Sibata 2004’an a li Hewlêrê, bi rêya daxuyaniyekê şermezar kir. Di encama êrîşên ku li hember avahiyên PDK û YNK’ê hatibûn kirin de 101 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 200 kes jî birîndar bûbûn.

Partiya Azadiya Kurdistanê PAK’ê, salvegera komkujiya li Hewlêrê hatibû kirin, şermezar kir. Di êrîşên ku di 1’ê Sibata 2004’an de li hember avahiyên PDK û YNKê hatin kirin de berpirsên bilind ên herdu partiyan jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn.

Êrîş di dema pîrozbahiyên cejnê de hatîbû kirin û di naw kesên şehîd ketibûn de endamên Polîtburoyên PDK’ê Samî Abdurrahman û Seîd Abdullah, Endamê Komîteya Navendî Şevket Şêx Yezdîn, Parêzgerê Hewlêrê Ekrem Mantiq û alîkarî wî û di heman demê de Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê ya Serokê şaxa Hewlêrê Mehdî Xoşnaw, Qeymeqamê Navenda Hewlêrê Ehmed Rojbeyan, Gerînendeyê Polîsên Hewlêrê Amîd Nerîman û Berpirsê YNK’ê yê Hewlêrê Şaxwan Abbad û gelek berpirsên YNK’ê jiyana xwe ji dest dabûn.

Êrîş di 1’ê Sibata 2004’an de li Hewlêrê di dema pîrozbahiya cejnê de ji aliyê Ensar El Îslamê ve hatibû kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1363 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:28:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x