PAK û PSK: Dewlet li pêşiya dersên Kurdî astengan çê dike

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kampanyayek bo hilbijartina dersa zimanê Kurdî hatiye destpêkirin. Her du partiyên Bakurê Kurdistanê, PK û PSK jî daxwaz dikin astengên li ber dersa Kurdî bên çareserkirin.

12.01.2023, Per - 13:13

PAK û PSK: Dewlet li pêşiya dersên Kurdî astengan çê dike
Nuçe Belav bike

Kampanya roja 10ê vê mehê ji aliyê Hereketa Zimanê Kurdî-HEZKURDê ve hat ragihandin.

Xwendekarên Zanîngeha Wanê ku bi rêya kursan fêrî Kurdî dibin, bi rêya belavkirina vîdeoyekê tevî kampanyayê bûn.

Mamosteyê kursa zimanê Kurdî li Zanîngeha Wanê, Gernas Hezex bi muzîka Kurdî di pola xwe de ji bo dersên bijarte yên Kurdî bangewazî kir.

Di sîstema perwerdê ya Tirkiyê de, Tirkî take zimanê fermî yê xwendinê ye. Ji sala 2012an ve zimanê Kurdî wek dersa bijarte bo polên 5,6,7,8 li dibistanan tê xwendin, lê ji ber sedemên cuda prose ne fermî jî be, di pratîkê de hatiye ragirtin.

Endanê Rêveberiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) Hanefî Turan dibêje, dewlet li pêşiya dersa Kurdî astengiyan çê dike û dibêje: “Dewlet ji bo ku ew dersa bijarte neyê hilbijartin û ji bo ku ew dersa Kurdî li dibistanan neyê xwendin, çi ji destê wan tê dike, car dibêjin mamoste tune ne, car dibêjin we dereng serlêdan kir, ew hişmendiya dewleta Tirk nîşan dide, ew 100 sal e ew hişmendî didome li ser înkara milletê Kurd.”

Partiyên Kurdistanî rexneyen li hikûmetê digrin û daxwaz dikin astengên li ber biserxistina proseyê bên rakirin.

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), Bayram Bozyel jî dibêje, “Mesele bi daxwazkirin, tomarkirin û xwendekaran têr nabe, divê bîrokrasî astengên li pêşiya wêya yên îdarî û psokolojîk rake. Eger ew nebe hewlên Kurdan hewlên xwendekarên Kurdan nagihîjin armanca xwe û bi qasî ku em dibînin hikûmet wek mînak bi tayînkirina mamosteyên kurdî nîşan dide ku di vê meselê de qet amade nîne gavan bavêje.”

Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê sala borî di 3ê Çile de dema navnivîsîna bo dersa bijarte ragihand û li gor amarên ne fermî, nêzîkî 20 hezar xwendekaran dersa Kurdî hilbijartin.

Bo sala xwendinê ya 2023-2024an, dema destpêkirina dersa bijarte nehatiye ragihandin, lê li dibistanan belavkirina forman dest pê kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 509 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:15:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x